Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi hêrîşeke xwekuj li paytextê Afganistanê bi kêmîve 17 kes hatine kuştin


Karbidestên Hindistanê dibêjin ew teqîne li Kabul pencerên balyozxanê şikandin û dergehên avahîyên balyozxane linav birin lê kes di encamê de birîndar nebû.

Hindistanê ragihand ku sê endamên polîsên ser tixubê Hindistan û Tibet yê nobetdarî dikirin bi sacman birîndar bûn lê birînên wan sivikin, belê kesên sivîl yên Afganî bi tundî keftin ber hêrîşê dema li alîyê dî yê caddê ji balyozxanê bombeyek bi bazarekê keft.

Wezîra Derveya Hindistanê li New Delhi gote rojnamevanan armanca vê hêrîşê balyozxana Hindistanê bû. Dibêje;

"Kesê bombekirîyê xwekuj linav otomobîleka bombekirî hate derveyê balyozxanê û xuya ye armanca wî balyozxane bû."

Ev hêrîşa domahîyê li ser balyozxana Hindî piştî rojekê dihêt piştî Wezîra Derveya Hindistanê piştevanîya welatê xwo bo pêkhatina va ya gel Talîbanê diyar kir.

Gelê guhdaran bo dirêjahîya vê raportê guhdarî bikin ji kerema xwe guh bidine lînka li destê rastê.


XS
SM
MD
LG