Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Edîb Polat Derheqa Xelata Nobel ya Serok Obama û Biryara Dadgehê Diaxife


Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, nivîskarê Kurd Edîb Polat li Dîyarbekirê, xelat wergirtina serok Obama şîrove dike û dibêje ”ez wekî kesekî Kurd Obama pîroz dikim. Ew ji pirsa Kurdî re ne dûr e. Gava hatîbû Tirkîye, ligel birêz Ahmet Turk re jî hevdîtinan kirîbû. Hêvîya me ev e, piştî Obama wê xelatê stand, pirtir li hêremê û li cîyên ku kêşe û pêvçûn le hene xebatan bike. Her wiha, em li bendê ne ku li kêşeya Kurdî û Fîlîstîn û Îsraîlîyan, Afganîstan û li cîyên din, merin li bendê ye ku birêz Obama xebatê bike ku aşitî pêk were.”

Polat, her wiha li ser biryara dadgeha Tirkîye ya vê dawîyê jî agaîyên berfirehtir da. Wekî tê zanîn, Dadgeha Tawanên Giran ya Dîyarbekirê cezayê salek zindan kirinê dabû Polat, Eren Keskîn û Mûrat Batgî. Birêz Polat dibêje, jibo bikar anîna peyva Kurdistanê li axaftina mina sala 2006’an ez hatime ceza kirin. Hîngê ez serokê Komela Nivîskarên Kurd li Dîyarbekirê bûm û me xelat dabû bizavkara mafê mirovan, parêzer Eren Keskîn bo xebatên wê yên ser pirsa Kurdî. Ev ceza kirina me nêîşan dide ku, li alîyekî qala çareserîya pirsa Kurdî tê kirin lê, li alîyê din jî em bo peyva Kurdistanê, bi tawana cûdaxwazîyê têne ceza kirin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG