Barack Obama, serokê Welatên Yekgirtî yên Amerîka Xelata Nobel ya Aştîyê ya sala 2009 bi destvê îna.
Komîsyona Xelatê ya Norwêcî li bajarê Oslo got wan xelatê daye birêz Obama jiber hewl û bizavên wî yên bo çareser kirina kêşeyên cîhanê bi rêya dîplomasî û bikar înana mekanîzmayên heyîn bo wê armancê û bikaranîna rêya danûstandinê bi şêweyeke balkêş, bihêzkirina hevkarîyê dinav xelkan de.
Komîsyon herwisa di egera xelatê de behsa bizava rêzdar Obama kir bo kar kirina li ser cîhaneke bêy çekên navokî.
Barack Obama serokê yekê yê Amerîka yê ku bi resen Amerîkî yê Efrîqî ye ev xelat werdigre belê berê cîgirê serokî yê berê Al Gore li sala 2007 ev xelat wergirtibû û herwisa serokê berê yê Amerîka Jimmy Carter jî li sala 2002 ev xelat wergirtibû.
Bo dirêjahîya vê nûçeyê ji kerema xwe re guh bidine lînka li destê rastê.