Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi sedema hêrişeka xwekujî 41 kes li Pakistanê hatin kuştin


Karbidestên polîsê Pakistanê dibêjin bi sedema hêrişeka xwekujî li devera Şangla 41 kes hatin kuştin û 45 kesên dî birîndar bûn.

Karbidest dibêjin hêrişberê xwekuj bombên xwe nizîkî karwanekê leşkerê Pakistanî peqand.

Çend demjimêrekan berî hêrişa Şangla, firokên leşkerî hêriş kirin ser jimareka bingehên çekdaran li bakûra rojavaya welatî. Di wan hêrişan de nizîkî 12 çekdarên gûmanlêkirî hatin kuştin.

Hevdem, Talîbanê berpirsiyariya xwe biramberî hêrişa roja şembî bo ser bingehekê leşkerî li Rewalpindî ragehand. Di wê hêrişê de 23 kes hatin kuştin, ku neh çekdar û deh serbaz û çar kesên sivil bûn.

XS
SM
MD
LG