Serokwezîrê Rûsî Vladimir Putin seredaneka fermî bo Çînê destpêkir ji bo pêşbirina têkeliyên aborî û siyasîyên nêvbera herdu welatên cîran.
Çaverê dihêt kirin Rûsya jimareka peymanan digel Çînê mor bike li demê seredana sê rojîya birêz Putin.
Çîn dixaze kirîna petrol û gaza Rûsî zêde bike, hevdem Rûsya pêtivî bi alîkarîya diravî ya Çînê heye ji bo pêşbirina kerta enerjî ya xwe.
Di wê seredanê de serokwezîrê Rûsî bi serokê Çînî Hu Jintao û serokwezîr Wen Jiabao re kom dibe.