Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netewên Yekgirtî dawa li Îranê dike pêdaçûnê bi hukimê sêdaredanê bike


Komisyonera bilinda Netewên Yekgirtî bo mafên mirovan daxazê li dadgehên Îranî dike pêdaçûnê bi hukimê sêdaredanê bikin ku dijî sê xwenîşanderên piştî helbijartinan hatîne dan.

Navî Pillay alozî û perîşaniya xwe diyar kir biramberî çewanîya birêveçûna dadgehîkirinên bizavkarên opozisyonê, û wê dawa li dadgeha bilind kir bi agehdarî ve pêdaçûnê bi hukimê sêdaredanê bike.

Ajansên nûçeyên Îranî li ser zimanê peyvdarê wezareta dadê ragehand ku hikumê sêdaredanê dijî sê xwenîşanderan hatiye dan ji ber rolê wan li netenahiya piştî helbijartinan.

XS
SM
MD
LG