Karbidestên polîsê Îraqî dibêjin bi sedema hêrişeka xwekujî li parêzgeha Diyalê bi kêmî ve şeş kes hatin kuştin.
Rêberê giropeka çekdarên Sunnî yên dijî El-Qayde di wê peqînê de hat kuştin. Leys Mişan rêberê giropeka El-Sahwe bû ku digel hikûmeta Îraqî û hêzên Amerîkî şerê tîroristên El-Qayde dikir.
Hêrişa xwekujî ya roja sêşembî li bajerokê Buhriz, başûra Beqûbe, hat kirin.
Her li Buhriz, bi sedema zincîreka hêrişan roja duşembî bi kêmî ve du kes hatin kuştin û çar kesên dî birîndar bûn.
Bo pêzanînên pitir derbarê hêrişa xwekujiya Buhriz, fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike; raporta peyamnêrê Dengê Amerîka li Kerkukê Yehiya Berzincî.