Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hesen Silêvanî Derheqa Festîvala Qanatê Kurdo Dipeyive


Xebat û çalakîyên derheqa sed salîya zimanzan û rewşenbîrê Kurd Professor Qanatê Kurdo didomin. Wekî beşek ji van pîrozbahîyan seranser cîhanê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd, li Dihokê festîvaleka girseyî saz kir.

Di bernameya taybet ya li ser bîr anîna Kurdo de, rewşenbîrên bi nav û deng jî gotarên xwe pêşkêş kirin. Ji bilî gotar û semînaran, her wiha, pirtûka Qenatê Kurdo ku ji aliyê şaxê Dihokê yê Yekîtiya Nivîskarên Kurd ve hatiye çap kirin jî bo xwendevanan hate pêşkêş kirin.

Profesor Kurdo xwedîyê gelek berhemên hêja, li ser ziman û zaravayên Kurdî ye û ji 1960’an heta koça xwe ya dawî, serokatîya Pişka Kurdzanîyê li Enstîtûya Rojhilatnasî kir. Bi helkeftina 100 salîya Kurdo gelek seminar, konferans û nîşandina filmên derheqa jîyan û berhemêm wî tên lidar xistin. Li ber e, li Dîyarbekirê jî bernameyeka taybet bo bîr anînê bêne çêkirin.

Li ser vê bernameya derbarê Profesor Qanatê Kurdo, hevkarê me Robîn Reşvan hevpeyvînek kirîye, ligel Hesen Hesen Silêvanî, serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd ya rêxistina Dihokê.

Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, fayla dengî ya alîyê rastê kilik bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG