Wezareta Derva ye Îsraîlî, roja Pencşemê hîşyarî da balyoza Tirkîye, bo şermezar kirina rêze bernameyeke televîzyona dewletê, ku leşkerên Îsraîlî, wekî kujêrê zarokên Fîlîstînî nîşan dida.
Karbidestên Îsraîlî dibêjin, bernameya Tirkî, bi kîn û nefreta li dijî Îsraîlîyan dagirtî ye û çê dibe bide egêra êrîşan li dijî Cîhûyan ku seredana Tirkîye dikin.
Dîmenên bernamê hîn leşkeran nîşan didan ku, bi kincên mîna yên hezên berevanîya Îsraîlî lixwe kirîbûn û gullê davêtin ser zarokên Flîstînîyan.
Çêkerê bernameyê behs kirî gotê medyaya Îsraîlî ku bernamê wan behsa hemî leşkerên Îsraîlî nake, têne qala wan kesên dike ku Fîlîstînîyan kuştîbûn. Heman kes daye zanîn ku, ew û hevkarên wî, hêjî Îsraîlîyan dikin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû jî got, ew nizane dîplomasîya Tirkîye ber bi ku derê diçe. Wî got, Îsraîl hêvî dike ku ber bi xûrt kirina aşitîyê ve biçe, ne ber bi tûndrêtîyê.
Têkîlîyên Îsraîlê ligel hevalbendê xwe ya mislilman xirabtir bûye, piştî êrîşa Îsraîl ya dijî Gaza ku sedan Fîlîstînî hatîbûn kuştin.