Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Operasyona leşkerê Pakistanî li Wezîristana Başûr destpêkir


Karbidestên Pakistanî dibêjin operasyona leşkerê pakistanî dijî çekdarên Talîbanê li herêma Wezîristana Başûr destpêkir.

Peyvdarê leşkerê Pakistanî ceneral Esar Ebbas birêveçûna wê operasyonê piştrast kir.

Nizîkî 30-hizar serbaz li sê berokan hêrişê dikin ser nizîkî 10-hizar çekdaran. Herweha firoke û helîkopterên lekşerî hêrişê dikin ser armancên çekdaran li wê herêma nizîkî sinûrê Afganistanê. Bi kêmî ve pênc serbaz di wê operasyonê de hatin kuştin.

Operasyona leşkerê Pakistanî piştî zincîreka hêrişan e li bajêrên Pakistanî ku yên bûne sedema kuştina 175 kesan.

Hikûmet çekdarên Talîbanê li Pakistanê berpirsyar dike biramberî wan hêrişan, ku bingehê wan li herêma Wezîristana Başûr e.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG