Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Davutoglu li ser hîşyarîya Wezareta Derva ya Îsraelî konferansek lidar xist

Wezîr Davotoglu, di civinê de li ser tetbiqeta leşkeri sekînî ku bibû keşeyek di navbera Tirkîye û İsraelê de. Hatîbû plankirin ku, bi tevlîbûna hêzên leşkerî ya Tirkîye, Îsrael û yên NATO, li Tirkîyê tetbiqeta esmanî bihata lidar xistin.

Lê, Tirkîye nexwest Îsrael beşdarê tetbiqetê bibe û ew yek jî bûye nerazîbûna Amerîka û Îtalya. Di encamê de, tetbikqet bo demeke ne dîyar hate paşxistin.

Ahmet Davutoglu, derheqa vê keşeyê sekînî û bibîr xist ku Tirkîye par van dema jibo Îsrael û Surîye navbeyn kariyê dikir. Davutoglu got ku, ev nayê wateya ku ewê li ber bûyerên li Xeze diqewimin bêdeng bimînin. Wî her wiha da zanin, daxwaza aşitîyê jibo Xeze, naye maneya dijbertîya Îsraelê.

Wezîrê karê derve got, daxwaza wan, daxwazeke mirovahî ye û eger Îsrael bikeve rîya aşitîyê, hîngê peywendiya wan ligel Îsraelê bidome, û eger wûsa nebe, ew dê bi Îsrael re nakevine hevkarîya leşkeri. Davutoglu got, bûyerên ku par li Xeze qewimîn, êrişên berfireh bûn û her cûre alavên leşkerî hatin bikar anîn, em nikarin li hember wan bûyeran bêdeng bisekinin. Wezîrê derve got ku divê Îsrael politikaya şerê biguherine û sîyaseta aşitîyê bikar bîne.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG