Li Dîyarbekirê, heta niha 7 kesên bi gumana şewba berazan (virûsa H1N1) di bin kontrolê de bûn, ku 6 ji wan xwendekar in. Lê, Wezîrê Saxlemîyê Recep Akdag, îro daxûyaniya nivîskî da û diyar kir ku hejmara wan kesan ji 20’ê derbas bûne. Wezareta Saxlemiye diyar kir ku hejmara kesên ku bi şika şewba berazan ketine, gihiştiye 669 kesan. Li Dîyarbekirê ji, wekî tedbîra pêşî girtina belav bûna nexweşîyê, dibistan û lîseyan, bo hefteyekî hatine girtin.
Li gorî daxûyanîyê, kesên ku bi şoba beraza ketine li malên wan tên şopandin. Li gorî şopandina pisporan, kesên ku bi şobê ketine, bi îstîrhetê û bi derman kirinê ji nexweşînê zû baş dibin.
Li gorî daxûyaniya Wezareta Saxlemîyê rewşa hemî nexweşên şoba berazan baş e û perpûna (aşi) şewba berazan (pandemik H1N1) biqasî 500 hezarî geheştine depoyên Wezareta Saxlemî ya Enqereyê. Jî aliyê Wezareta Saxlemîyê hate diyar kirin ku analîzên perpûna destpê kiriye. Çaverê ye ku 16 mîlyon xwendekar bên perpûn kirin.
Di daxûyaniya nivîskî de wiha hate tê gotin: "rêbaza pêşî lêgirtina nexweşîyê ya herî baş şûştina destana bi sabûnê ye. Di bênijîn û kuxînê de selpak û destmalên ku carek hatine bikaranîn, divê bêne avêtin. Her wiha, divê mal û cihên girtî bê hawayê paqji nemînin û ciyîn ku destê mirov digihêjê her tim paqij be."
Jiber betlana xwendîngehan, li ser çend televîzyonên heremi dê, mamoste dersan didin ku zarok ji destên xwe paş nemînin. Her wiha, Wezareta Saxlemîyê ya Tirkîye, li ser sazî û endamên saxlemîyê qedexe danîn ku li ser hejmara nexweşan ti agahdarî û daxûyanî nedin çapamenîyê.
Li herêmê, pir kes xemsar in, zarokên xwe perpûn bikin û ew îddîa dikin ku demên berê perpûnên ku li zarokan hatine xistin, bûye sedema nexweşî û seqetîya zarokan.