Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan dibêje leşkerî bajêroka serokê Talîbanê Hekîmullah Mesud desteser kirîye


Karbidestên Pakistanî dibêjin leşkerî bajêroka serokê Talîbanê Hekîmullah Mesud û yek ji cêgirên wî desteser kirîye piştî çend rojên şerrên tund li Weziristana Başûr.

Karbidestên tenahîyê dibêjin serbaza kontrola bajêrokê Kutkay roja şembîyê piştî şerrekî dijwar bi destve xistîye.

Tê ragihandin bi kêmîve 12 milîtan û du serbaz li nav şerrî li Kutkay hatin kuştin.

Ev kiryare beşek ji kiryara leşkerî bû li dijî xirabkarên Talîban li Wezîrîstana Başûr.

Herwisa karbidest dibêjin li bakûra rojavayê jî roja şembîye li devera eşîrî ya Bacaûr dibe ku êrîşa muşekên Amerîkî bûbe egera kuştina 14 kesan.

Karbidestekî hikumetê dibêjît di hêrîşê de armanc ew xanî bû ku şik hebû ji alî komandarê bilindê Talîban Mewluvî Feqîr ve dihat bikaranîn yê ku xwe ji hêrîşê rizgar kirîye.

Leşkerê Pakistane radigihînît li nav hêrîşa roja şembîya buhorî destpêkirî 163 milîtan û 23 serbaz hatine kuştin.

Jimêra kesên kuştî nehatine piştrast kirin jiber ku ev herême girtî ye û xeter e rojnamevanên navxweyî biçin nav.

Li wan heftîyên buhurî milîtanên gumanlêkirî çend hêrîş birine ser navendeka mezin ya polîsan bingeheka serekîya leşkerî û herwisa ofîseka Neteweyên Yekgirtî.

Desthilatdaran rewşa tenahîyê li seranserî welatî xurttir kirîye û dibistan heta roja duşembê girtîne.






XS
SM
MD
LG