Berî çend rojan
yekem grupa aştîyê ji Herêma Kurdistana Iraqê vegerîya Turkîye bi mebesta
qeyyîm kirina destpêşxerîya aştîyê jibo çareser kirina pirsa Kurdî li Turkîye.
Diyar e ev kiryar weke dîyardeka nû ya aştîyê tête dîtin û erê karîgerîya vê
dîyardê dê çi bitin, erê bersiva hikumeta Turkîye dê wesa bitin pêtir çekdarên
Turkîye rêka aştîyê hilbijêrin jibo xebata xwe?
Ev çend pirsyarên me hene em arasteyî dû mêvanên mêzgirtê vê heftîyê
dikin; xanim Feleknas Uca endama Parlamana Yekîtîya Ewropî ku ji Almanya beşdarî
bernamê bûye û parêzvan Îbrahîm Gûçlû ji Turkîye rastewexwe beşdarî bernamê
bûne.
Gelî guhdaran, heke hûn bixwazin li vê bernamê guhdarî bikin, ji kerema xwe lînka li destê rastê lêdin.