Polîsê Îsraîlê roja yekşembîyê daket nav
avahîyên li dora mizgefta El Aqsa piştî ku Felestînî keviran avêtin gerîdeyên
li nav Bajarê Kevn.
Peyivdarekî polîsan dibêje 12 xwenîşander hatine girtin. Rayedar dibêjin xwenîşanderên Felestînî rûn
li erdê rijandine da ku polîs bi şemitin û li erdê Kevin.
Hêzên tenahîyê narincokên stun anku yên dengî jibo rawestandina xwenîşanderan bi karanîn.
Ew cihê ku Misilmanan weku Quds binav kirîye û Cihuyan bi Çîyayê Îbadedê binav kirîye li van heftîyên dawîyê bûye tundûtûjî û alozîyê.