Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

El-Qayde berpirsiyariya xwe biramberî hêrişên Bexda ragehand


Giropeka ser bi El-Qayde li Îraqê berpirsiyariya xwe biramberî peqînkariyên roja yekşembî li Bexda ragehand ku bûn sedema mirina 155 kesan û birîndar bûna 500 kesên din.

Griopa çekdariya bi navê Dewleta Îslamî li Îraqê, di beyannamekê de ku li malpereka Îslamî belav buye, ragehand ku wan hêrişên xwekujî yên Bexda encam dayn.

Serokwezîrê Îraqî Nûrî El-Malikî, El-Qayde û endamên Partîya Be'es ya berê xetabar kir biramberî wê hêrişê.

Herweha wezareta navxwe ya Îraqî desteser kirina 70 kesan ragehand bi gumana têkelî hebûn bi peqînên Bexda.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG