Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cigarekêşîn reqbûna borîyên serekî yên xwînê bilind diket


Lêvekoler li Kanada dibêjin kêşana êk cigarê dinav kesên ku temenê wan dinavbera 18 heta 30 salîyê da ye, reqbûna borîyên serekî yên xwîna wan 25% bilind diket.

Stella Descallapolo ya nujdar li zanîngeha Midgel li Montoreal di nav konferanseke saxlemîyê de li bajarê Admington got, şidayîbûna borîyên dinav lêşê mirovî da dibite rêgir jibo çûn û hatina xwînê û eve jî dibite egerê bizehmetkarkirina dilî û hindî ew borî reqtir lêbên metirsîya rûdana nexweşîya dilî yank u celpa dilî bilindtir e.

Stella dibêjît li Kanada rêjeya cigarekêşanê dinav kesên ku temenê wan dinavbera 20 heta 24 salîyê da ye, ji hemi grupên xelkê yên temenên dîtir bilindtir e.

Herwisa dibêjît encamên me berhev kirîn gelek berçav in, liber ku ew xuya dikin kêşana bi tenê çend cigareyeke rojane kar diket li ser saxlemîya reh û borîyên xwînê.

Wê vekolînê reqbûna borîyêt xwînê dinav gencêt ku rojê pênc heta şeş cigare dikêşin ligel kesêt ku cigare nakêşin hevber kirîne.

Jibo vê vekolînê borîya xwînê ya serekî ya zend û stuwê mirovî hatîne jêr çavgirtin hem di demê bêhnvedanê de û hem piştî werzîşkirinê. Piştî werzîşê astê reqbûna borîyêt xwînê dinav kesêt ne cigarekêş de bi rêjeya 3.6 dabezî, lê belê dinav kesêt cigarekêş de ew rêjeye heta 2.2% bilind bû. Eve jî ramana wê yekê didet ku heta dinav kesên gênc da cigarekêşana kêm jî dibite egera zerargehêştin borîyêt xwîna wan.
XS
SM
MD
LG