Polîsê Iraqê dibêje evro yekşem jiber çar teqînan bi kêmîve heyşt
kes hatine kuştin û zêdeyî 50 kes jî birîndarin.
Polîs dibêje yek ji bomban linav bazareke qerebalix teqîyaye li bajarokê
Museyyeb ya li başûrê Bexda. Di wê
teqînê de bi kêmîve pênc kes hatine kuştin û 37 kesên din jî birîndar bûne.
Hevdem polîs li bajarê Ramadî li rojavayê Bexdaya paytextê Iraqê dibêje du
bomba li dû hev teqîyane ku du kes jiberê hatine kuştin û çar kesên din jî
birîndar bûne.
Bombeya çarê li nav otobosekê hatibû danan û li demeke ku gihiştibû nuqteke
vekolînê ya polîsan li bajarê Kerbela ya ku bajarekî pîrozî Şî'ayan e, hatîye
teqandin û bi kêmîve kesek hatîye kuştin û zêdeyî deh kes jî birîndarin.
Heta amade kirina vê nûçeyê jî tu kesî berpirsyarîya xwe li beramberî van teqînan
ranegihandîye.
Cihê bibîrxistinê ye ku roja yekşeme buhurî du teqînên bombeyên li Bexda ku Wezareta Dadwerî û
Avahîya Hikumeta Xwechî ya Bexda kiribûn armanc bûn egera kuştina 155 kesan û
zêdeyî 500 kes jî bi wan tewînan birîndar bûbûn.
Bo wan êrîşên heftîya buhurî rêxistineke ser bi tora terorkarîya El Qaîde
berpirsyarîya xwe ragihandibû.