Bebijarê
serokatîyê sernekeftî Mîr Huseyn Musevî dawa li piştevanên xwo dike berdewam
bin li bizavên xwo bo gorîna siyasî li Îranê.
Di beyannamekê de ku li malpera wî li ser tora înternetê belave bûye Musevî dibêjît tevgera wî her rijde li ser dawakarîyên xwo.
Piştevanên opozisyonê dibêjin saxtekarî li hilbijartina serokatîya 12ê meha şeş hatîne kirin li berjewendîya serok Mehmudî Ahmedînejad û herwiha pê diçû ku Musevî dawa li piştevanên xwo bike pişikdarîyê li xwonîşandanên roja çarşembîyê biken bi helkefta sî salîya girtina balyozxana Amerîkî li Tehranê ji layê xwendevanên Îranî ve.
Karbidestên parastina Îranê dawa li opozisyonê kiriye pişikdarîyê li xwenîşandanên çarê vê mehê nekin.
Hejîyî gotinê ye piştî belavebûna encama helbijartina miştûmir li ser, xwenîşandanên berfireh li Îranê hatin kirin.
Hikumeta Îranê bi tundî xwenîşander tepeser kirin û bi sedan kes desteser kirin.