Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Samî Etruşî endamê Parlamana Iraqê bo Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka li ser qanuna hilbijartinê axivî


Birêz Etruşî dibêje "Layanên siyasî nikarin bigêhine biryarekê li ser vê qanunê jiber ku her pêşnîyara hatîye pêşkêş kirin bi dilê me nebûye û hatîye red kirin wek nimune li ser mesela Kerkukê bi dilê me nîne ku tade li xelkê me bê kirin, an mehrum kirina wê ji beşekê an kursîyekê zêde bidine hindek layanên dî li ser hesaba Kurdî. Eve bi dîtina me dirust nîne jiber ku lid û Destûrê dive hilbijartin wek hev bêne kirin.

Yek pêşnîyaz ji layê Neteweyên Yekgirtî ve hatîye pêşnîyar kirin ku hilbijartin bêne kirin li 16ê meha yek weku hemi parêzgehên dî, belê li parêzgeha Kerkukê kursîyek bo mukewînê Erebî û kursîyek bo mukewînê Turkmanî kursîyên ku dibêjinê tawîzî yêt wetanî bo bêne terxan kirin. Bi dîtina min eve tadeyeke, yanî pêşî bikarînana navê Kerkukê, tahdîd kirina wê li dijî Kurda ye eve aşkira ye. Ya duwê jî bi çi maf bo Ereban, bo Turkmanan kursîkeke zêde hebîtîn û bo Kurdî nebîtin?

Me gotîye em jî bo nimune Kurdên li Diyala em dê dengan kêm bînin, herwisa li Selaheddîn çewa bo Kerkukê bo Ereb û Turkmanan kursîyek zêdetir hatîye danan li wan parêzgehan jî bo me Kurdan kursîyên zêdetir bêne danan belê ew qebul nakin.

Eger ev kêşe neyê çareser kirin dê bizivirine ser qanuna 2005ê. Girifta vê qanunê ew e ku berî Destûrê hatibû danan jiber wê yekê jî hindek beşên wê digel Destûrê li hev nayên. Wek mînak di qanunê de dibêje divê hilbijartin li ser bingeha ka çend dengder li parêzgehê hene bête kirin lê di Destûrê de dibêje divê li ser bingehê ka li wê parêzgehê çend danîşgeh anku rûniştevan hene dengdan bêne kirin. Herwisa dîsa weku jimara endamên parlamanê jî Destûr dibêje divê li ser binemaya daniştîyên Iraqê bin bi giştî, ew jî dîyar e ku 275 bitenê ne, nêzîkî 36 endaman jê kêmin û tarîxa ku têde hatîye destnîşan kirin bo cêbecêkirina hilbijartinê bo 2005 e bo berhindê dive 16ê yek bête guhorîn di wê qanunê de. Û li dawîyê heke bêt û guhorîn neyê kirin jiber ku desthilata Destûrê li ser hemû qanunan bilintir e ew dê li dû Destûrê bikin yanî çi ziyan li ser proseya siyasî nîne."


Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG