Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Huseyn Alî Kemal, cîgirê Wezîrê Navxweyê Iraqê liser şandeya Neteweyên Yekgirtî bo Iraqê peyivî


Pêşvenêrê Neteweyên Yekgirtî gehêşte Iraqê bo encam dana lêvekolîna li ser rewşa parastina Iraqê

Bo pêzanînên pitir derbarê seredana şanda Neteweyên Yekgirtî bo Bexda hevkar Belên Salih hevpeyvînekê kirî digel Huseyn Alî Kemal, cîgirê Wezîrê Navxweyê Iraqê.

Di hevpeyvînê de rêzdar Kemal dibêje"Êmehî dewletê tawanbar nakin, balam xelkekî ser be layane neyarekanî Iraq û Baas û El Qaîde emro le Surîya nin yan le dewletî Îranin, ne dewlet bixwo lê ewane tawanbarin."

Hikumeta Iraqê dibêje wê bi sedan belge kom kirîye li ser rûdana jê re dibêjin "Çarşema Xwînavîn"ku li Iraqê qewimîye. Birêz Kemal herwisa nirxand ka gelo ev belge ewende konkrîtin ku lêvekolînek li serê bête kirin.

Gelî guhdarên radyoya Dengê Amerîka heke bixwazin li dirêjahîya vê hevpeyvînê guhdarî bikin ji kerema xwe îro guh bidine bernama demjimêr 9ê sibehê ya Pişka Kurdîya Dengê Amerîka.


Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG