Wezîra derve ya Amerîkî Hillary Clinton ragehand ku Amerîka alîkariyan pêşkeşî welatên Rojhilata Naverast dike, li çarçûva bizavên Washingtonê ji bo pêşede birina têkeliyên nêvbera Amerîka û welatên Musilmanan.
Di gotarekê de roja sêşembî li Mexrib, birêz Clinton got Amerîka û wek sozên serok Barack Obama li meha şeş dayn dê kar bike ji bo ava kirina têkeliyeka nû bi cîhana Musilman re.
Amerîka bayê 76 milyon dollaran alîkariya pêşkeşî Yemenê dike ji bo pêşde birina aborî û 30 milyon dollar ji bo pirojeka civakî li Urdunê Birêz Clinton li konferanseka demokrasî û pêşdebirinê li Merakiş gotarek pêşkeş kir.
Karbidestên welatên bakûra Efrîqa, Rojhilata Naverast û Giropa Heşt di wê konferansê de amade bûn.