Bi hezaran kesa xwenîşandan kir li ber dergehê balyozxana Amerîkî li
Tehran ku ev xwenîşandane hatibû kirin bi piştevanîya hikumetê.
Xwenîşanderan hewar dikir"Xwedê mezin e" û "Mirin bo Amerîka" û herwisa bahsê
serhatîya sala 1979ê kir demê xwendekarên şoreşger balyozxana Amerîkî girtî û 52
Amerîkî pitir ji salekê kirine rehîn.
Girtina balyozxanê serkeftinek bû bo Komara Îslamîya nû ku berî hingî
her li wê sale şah ladayî.
Belê nuke piştî 30 salan hindek xwenîşandanên nû têne kirin li dijî hikumetê bi
taybetî jiber hilbijartina serok Mehmud Ahmedînijad li heyva şeş.
Li êvara salvegera zeftkirina balyozxanê, serok Obama gotî eve sîh sal e em
dizanîn ku hikumeta Îranê dijî çi ye, belê pirsyara me ew e, evê dê çi paşeroj
hebî.
Di peyamekê da roja sêşembîyê rêzdar Obama got Amerîka divêt bersîng girtinê û
bêbawerîyê digel Îranê jibîrket û divêt nûke bizavê biket bo têkelîyêt bi rêz û
qazanc.