Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Iraqê biryar da ku bîrêt petrola rojava Qurne bi kontrakt bidetev komeleka kompanyêt Amerîkîyêt petrolê


Hikumeta Iraqê biryar da ku bîrêt petrola rojava Qurne bi kontrakt bidetev komeleka kompanyêt petrolê ku kompanya petrolê ya Amerîkî Exon Mobile serokatîya wan kompanya diket.

Wezareta Petrolê ya Iraqî evro ragihand ku rêkeftinek hatîye kirin ku wê kontraktê bidine wan kompanya ku yek ji wan kompanya Royal Dutch Shell.

Kontrakt heta 20 sala ye ku bîrêt petrola rojava qurne bipêşve bibin we bawer tête kirin ku heta 8 milyar û 500milyon bermîlêt petrolê di bin erdê wê deverê de bin, ku heta nuke nehatîne hilkêşan.

Ev komela kompanya ku Exon serokatîya wê diket pêşnîyaz kirîye ku wan bîrêt petrolê bipêşve bibet û berhemê wan zêde biket ji 280 000 bermîlêt rojê da bikete 2. 100 000 bermîl di rojê de.


XS
SM
MD
LG