Sebaret bi Înfluenzeya Berazan li Herêma Kurdistana Iraqê û plana wezareta wî bo kar kirina li ser vê kêşeya saxlemîyê hevkara me Şayan Paşa digel Wezîrê Saxlemîya Herêmê Dr. Tahîr Abdullah Hewramî hevpeyvînekê kirîye.
Wezîr Dr.Hewramî radigihîne ku heta niha di heyşt kesan de ew leqayî vê nexweşîya Înfluenzeya Berazan bûne ku li nav mirovan bi rêya vîrusa H1N1 veduguhêzê.
Herwisa bo karûbarên wezaretê li ser vê kêşeya saxlemîye Dr. Hewramî dibêje li hemû parêzgehên Kurdistanê wan ji kesên ku îhtîmal heye ew nexweşî gihîştibe wan nimuneya tifê wergirtine dihinêrine bo Bexda bo tehlîl kirinê belê du cîhazên CPR yên ku wan daxwaz kirîye hêjta negihîştîye destê wan, demê ew bigihîje destê wan ew dê karibin li Kurdistanê jî ew yek encam bidin.
Dr. Hewramî dibêje kesên ku nexweşî ligel wan hatibe tesbît kirin têne karantîna kirin.
Heke hûn bixwazin pitir agahî wergirin ji vê hevpeyvînê ji kerema xwe li ser lînka destê rastê guh bidine dirêjahîya vê hevpeyvînê.