Serokwezîrê Brîtanyayê Gordon Brown dibêje herçende piştevanîya raya giştî bo şerrê li Afganistanê kêm bûbe jî hikumeta wî dê berdewam pêgîr be bi wezîfa xwe ya li wî welatî.
Roja eynî li Londonê di axaftinekê de rêzdar Brown got metirsîya sereke ya terorîstî li hemberî welatê wî bingeh li Afganistan û Pakistanê ye û herwisa got Brîtanya dê "xwe dûr nexe."
Serokwezîrî herwisa got wî ji serokê Afganistanê Hamîd Karzayî re gotîye ku piştevanîya Brîtanya girêdayî şiyana rêberê Afganistanê ye di bizava wî ya şerrê dijî gendelîyê ye de.
Zêdebûna jimara kuştîyên Brîtanî li Afganistanê piştevanîya bo şerrî li Brîtanyayê kêmtir kirîye.
Di bûyereke nedîtî de li destpêka vê heftîyê pênc serbazên Brîtanyayê ji alî polîsekî Afganî ve hatibûne kuştin.
Nêzî 9000 serbazên Brîtanî li Afganistanê xizmetê dikin. Ji sala 2001ê heta niha 230 serbaz hatine kuştin.