Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Afganistan nerazîbûna xwe dîyar kir beramberî rexneyên Neteweyên Yekgirtî bo Karzaî


Wezareta Derveya Afganistanê nerazîbûna xwe anî zimên derbarê rexneyên karbidestekî bilindê Neteweyên Yekgirti ku huşdarî daye serok Hamîd Karzaî ku li dijî gendelîyê şerr bike an jî dê civaka navnetewî piştevanîyê nede wî.

Wezareta Derveya Afganistanê evro di daxuyanîyekê de dibêje nunerê taybetî yê Neteweyên yekgirtî Kai Eide "zêdegavî kirîye li ser desthilata xwe ya nunerîyê li nav rêxistina navnetewî ya bê alî."

Roja pêncşemê Eide gotibû hikumeta Afganî piştevanîyê dixe bin metirsîyê jiber ku bi gotina wî hikumet dihêle "mîrên şerrî û kesên ku desthilatê difroşin leyîstekên xwe bileyzin."

Wezareta Derveya Afganistanê berevanîyê li rêveberîya Afganistanê kir û got wê rêveberîyê şerrê dijî gendelîyê kirîye "şert û merca serekî bo Afganistaneke aram û bi aştî."

Wezaretê herwisa got rexneyên civaka navnetewî ku dijbine yên Eide li van rojên dawî "rêza bo serwerîya netewîya Afganistanê" dişkêne.

Serokwezîrê Brîtanyayê Gordon Brown roja înê yek ji tundtirîn huşdarîyê da rêzdar Karzaî û got piştevanîya leşkerî ya Brîtanyayê girêdayî ye bi şiyana rêberê Afganistanê di şerrê dijî gendelîyê de.

Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî roja înê daxwaz ji Karzaî kir ku piştevanî li birêvebirina bi rêkûpêk bike û rewşa tenahîyê bipêştir bixe.


XS
SM
MD
LG