Piştî
êrîşa pêncşemê ku 13 kes hatibûn kuştin û 31 kes brîndar bûbûn, artêşa Amerîkî
bi dehan şîretvanên behîyê û şarezayên leşkerî dişîne Fort Hooda li Texasê.
Karbidest dibêjin Major Nîdal Malik Hesen bi tivingeke nîv otomatîk û demançeyeke din êrîş birîye ser leşker û sivîlên nav avahîyê û bixwe jî bi çar gulleyan birîndar bûye.
Peyivdarên Artêşê li ser egera vê êrîşê tu agahdarîyê nadin belê serok Obama û karbidestên din huşdarîyê didin ku dema lêpirsîn berdewam dike, tu kes bi lez û bez negihêje encamekê.
Di gotara xwe ya heftane de ku li ser televizyon û radyoyan hate weşandin serok Barack Obama xemgînîya xwe anî ziman û pesna wan leşkeran da ku jibo rawestandina êrîşê birîndar bûne yan jî hatine kuştin.
Birêz Obama li ser rêzgiritina qurbanîyan ferman da ku alayên Qesra Sipî û avahîyên federal heta 11ê meha 11 bêne nizm kirin.