Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşbirekî xwekuj li bazarekê li Pakistanê 13 kes kuştin


Polîs li bakûra rojhilata Pakistanê dibêje êrîşbirekî xwekuj 13 kes kuştine û bi dehan kesên din jî birîndar kirine. Li van heftîyên dawî milîtanên Talîban êrîşên xwe zêdetir kirine li seranserê welatî wek bersiva kiryara leşkerî li Weziristana Başûr.

Êrîşa xwînrêj li nêzî bazareke qerebalix li derveyê bajarê Peşawara li bakûra rojava qewimî û armanca wê fermandarekî xwecihî yê dijî Talîbanê bû ku di wê êrîşê de hate kuştin.

Rêberê eşîrî yê ku hate kuştin berê piştevanê Talîbanê bû belê li vê dawîyê dest bi piştevanî kirina hikumetê kiribû û bi gundîyan komeleyeke eşîrî ya milîsan pêk anîbû li wê deverê. Ji dema ku dest bi piştevanî kirina hikumetê kiribû ku berî vê bi kêmî salekê ye û heta niha çendîn caran bizava kuştina Abudl Malik hatibû kirin belê ew ji van êrîşan sax rizgar bûbû. Şahidek dibêje ku dema Abudl Malik li nêzî bazarê rawestîyaye da ku hevalên xwe bibîne êrîşbirî xwe bi serve teqandîye.

Şahid dibêjin ku xortekî temenê li dora 20 salî berev fermandarî ve çûye û dema ku nobetdarî xwestîye nasnama wî kontrol bike wî xwe teqandîye û teqîna bi hêz di cîhda tevî fermandarê dijî Talîbanê piranîya kesan kuştîye.

XS
SM
MD
LG