Ajansa Fermî ya Îranî, IRNA radigîhîne 3 hemwelatîyên Amerîkî, bi tawana sîxûrîyê hatine dad kirin. Dozgerê giştî ya Tehranê Abbas Caferî Dewletabadî roja Duşemê got, lêkolîna wan li ser bûyerê hîn jî didome.
Sê çîyagerên Amerîkî, li 31ê meha 7 Tîrmehê hatîbûn desteser kirin, bi sedema qaçaxî derbaz kirina axa Îranê, piştî li nêzîkî tixûbê Bakûra Îraqê rêka xwe şaş kirîbûn.
Wezîra Derva Hillary Clinton, roja Duşemê li Berlînê got, Washington bawer dike ku, destê Îranê de ti delîl tune piştgirîya îddîayan xwe bike. Xanim Clinton, carekî din bang li karbidestên Îranî kir ku wan sê kesên girtî, azad bike.
Malbatên Shane Bauer, Sarah Shourd û Josh Fattal hefteya borî, bi daxûyanîyeke dan zanîn ku, dîplomatên Swîsrî du caran serdana wan kirine û rewşa wana saxlemîyê jî baş in.