Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamena Tirkîye di derbarê çareserkirina pirsa Kurdî da kom bû.


Parlamena Tirkîye doh di derbarê çareserkirina pirsa Kurdî da ku bi navê "pengava vekirina demokratîk" tê bi nav kirin kom bû. Partîyên muxalefetê MHP û CHP ji ber ku roja 10 neha 11'a, roja bîranîna Ataturk'e xwestin ku gotubêj ji bo rojeke din were paşxisitin lê ev dexwaz nehat pejirandin. Partîyên muxalefetê MHP û CHP hikumetê ji ber roja biranîna Atatürk ku vê mijarê aniye parlementoyê bi zimanekî tund rexne kirin û nerazîbun nişan dan.

Dema ku Wezîrê karê Hundîr Bekşîr Atalay gotare xwe dikir bi parlameterên partîyên muxalefet bi dengê bilind tevlîhevîyan derxistin û pankartên ku li serê "Atayê me, emê xwedî li berhemên te derkevin" ra kirin.

Wezirê Karê Hundir Beşîr Atalay, li ser xebatên ku di derbarê pêvajoyê de heyan îro domandina raporteke xwend. Beşîr Atalay di destpêka gotara xwe de destnişan kire ku ev rûniştineke dirokî ye û ew vê mijarê wek meseleyeke netewî dibînin û weha dewam kir. " dema ku me dest bi vê pêvajoyê kire, me da zanîn ku em tu rêxistinên derqanûnî muxetab negrin û me negirt jî mixatabê me gelê me ye û nûnerên wan in. Em her tim dibêjin ku cîh û xedîyê vê pêvajoyê parlamentoye.

Beşîr Atalay partîyên muxalefetê wek jênegerên demokrasîyê bi nav kire lê bertekên neyînî yên ku CHP Û MHP ji bo pêvajoyê nişan didin jî rexne kir. Wezir Atalay bi bir xist ku kar û barên muxalefetê tenê ne rexne ye, di heman demê de çareserkirina pirsên civakîyî jî karê wan in. Atalay destnîşan kir ku 25 sale Tirkîye bi pirsgirêka terorê têdikoşe û ev mesele ji her alî ve zirarê dide welat. ji ber vê yekê jî divê ku bi tevahî rubarê vê pirsgirêke bibin û wusa dewam kir " Ji bo ku girîngîya vê pêvajoyê were têgîştin, divê were zanîn ku hewldana me ji bo çareserkirina pirsgirêkeke çawa ye? Ev pirsgirêke wêranker e, ev 25 sal e di rêya tekoşîna vê meselê de pir tişt hate wunda kirin, bi dehhezaran mirov hatin kuştin. Divê ku rubarê vê rastîyê bibin û çareserîyeke maînde were li dar xistin. Ji bo çareserkirinê jî divê ku ji dil û bi biryar bin.

Beşîr Atalay li ser xebatên ku di derbarê pêvajoyê de heyan îro domandina jî sekinî. Atalay destnişan kire ku di naveroka pengava vekirinê demokratik de tû xalên ku li hemberê yekîtiya netewîyê were hesibandin tuneye û weha dewam kir: Tu kes li vî welatî nikare pêşniyar bike ku esasên makeqanunê yên ku yek netew, yek al, yek ziman e bidin gûhertin. Di nakiroka vekirina pêvajoya demokratîk de tu xalên ku yekîtiya welatê me xerab bike tuneye, ev,yekiîtî û biratîya netewê ye.

Atalay da zanîn ku 2 mebestên şênber yê pêvajoyê heye. Ya yekem ewe ku dawî li terorê bînin ya duyem jî geş û berzkirina demokrasîya welat e.

Beşîr Atalay destnişan kir ku tekoşana li hemberê terorê tenê bi pêşîgirtinên ewlehîyê çareser nabe, divê ku bi çar alî li û bi giştî ev meselê were nirxandin.

Beşîr Atalay li ser mijara hatina komên aşitîyê jî sekinî û pêşwazikiran wan careke din wekî şov kirinê binav kire. Û ifade kire ku bila tu kes, tu alî van dimenan ji bo xwe wek serkeftinê nebîne. Eger ku di rastê de serkeftîyek hebe, ew jî ya pêvajoyê ye, ne ê tu kesî ye.

Beşîr Atalay ifade kir ku eger pirsa terorê berdewam bibe indî piştî demekî şunde hinek alî ku ew lobîyên şer in, ji bo berjevendîyên xwe yên siyasî û aborî hebûna terorê bi kar tînin. Kesên ku vekirina demokratîkê wek xerabkirina welat bi nav dike, tirsa perçebuyîna welat dike ser dilê gelê me, bila bizanibin ku ew dikevin bin xizmeta Lobîyên şer. Ji bo ku indî dilê dê û bavan neşewitin, êş û şewat çênebin em dibêjin edî bes e!

Beşîr Atalay, destnîşan kire ku gavên ku ji bo vekirina demokratik de werin avêtin ewê roja pêcşemê di gotûbêja giştî de aşkere bikin. Roja pêncşemê serokwezîrê Tirkîye Recep Tayyîip Erdoğan jî li ser navê hikumetê dê gotarek bide.

Parlamentera DTP Gültan Kışanak jî ifade kire ku heyan neha pirsa Kurd, wek mijarên kombunên lijneyên ewlehîyên netewî dihate dîtin, yan jî di bargehên artêşê de dihate niqaş kirin lê esas cihê vê meselê parlamentoye ji ber vê yekê jî gotubêja vekirina demokratîk ku parlamentoyê tê niqaş kirin gaveke dîrokîye, pir girîng e û ji ji bo çareserkirinê jî fersendeke mezin e. Herweha da zanîn ku DTP runiştina ji bo vekirina demokratîk ku li parlamentoyê tê li dar xistin, ji bo demokrasîyê û parlamentoyê wek ezmûneke mezin dibînin. Bang li muxalefetê jî kir da ku li hemberê pirsa Kurd, bi wijdanî, wêrekî û .bi dadmendî tevbigerin.

Kişanak got ku ev pirs ya çend kesan nîne, bi giştî ya Tirkiyeyê ye. Hêvîya tevekî welatîyan ji parlamentoyê ewe ku li ser esasên demokrasî, azadî, biratî û wek hevî bi rêya aşitîyane vê pirsê çareser bike. Ji bo ku pirsgirêk were çareserkirin divê ku opersayonên artêşê were rawestandin. Eger ku ev nebe, ev pirs dê çareser nebe.

Kişanak ifade kire makeqanûna 1982 dijî demokrasîyê ye û ji bo guhertina wî divê ku parlamento Dest bi xebatan bike. Kişanak destnişan kir ku eger ku makeqanun were guhertin divê ku di ya nuh de cudatî û dewlemendîya keleporî wek bingeha yekitiya civakê were dîtin. Herweha bilî zimanê fermî divê ku di qadên taybet û gelemperî de her kes dikaribe bi zimanê xwe biaxive û ev yek, wekî maf di makeqanûnê de cih bigre. Ji bo ku erkên heremî bi hêz bibin, divê ku pêşî li pêkhatinên îdareyên otonomî vebibe. Mafên perwerdehîya makeziman bikeve binê teminata makeqanûnê. Divê bê firq û bêşert mafê welatîyên makeqanûnî bidin her kes.

Kişnak got ku pêvajoyeke ku xwe tenê li ser tasfiyekirina PKK saz bike, dê bi ser nekeve. Herweha ifade kire ku hikumet dibê ku ew jî dilin lê heyan îro tu gavên şênber neavêtine.

Partîyên muxalefetê jî bo vekirina demokratîk axivin. Cigirê serokê CHP Onur Oymen, iddîa kire ku naveroka vekirina demokratîk ji alîyê welatên derve hatîye amade kirin. Li ser tekoşina terorê Jî sekini û ji Ataturk minak nişan da weha got. " Ataturk tu var bi teroran re muzakere nekirîye her dem li heberê wan tekoşin kiriye. Li hemberê serhildana Şêx Seît ya Dersîmê tekoşin kir, neçu bi wan re li hev nehat. Hikumet bi vê projeyê bi teroristan re li hev tê."

Cigirê serokê MHP Oktay Vural jî destnişan kire ku hikumet ji partîyên muxalefet alikarî dixwaze, lê tu agahîyên şênber nadin da ku dixwazin çi bikin.

Gelî guhdaran hûn dikarin li ser lînka destê rastê guh bidine raporta peyamhinêra me.




XS
SM
MD
LG