Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama û rêberên din yên cîhanê li salvegera bi dawî anîna Şerê Yekê Cîhanê cengawerên şerrî bibîr tînin


Serokê Welatên Yekgirtîyên Amerîka Barack Obama evro çarşembîyê cara yekê linav wezîfa xwe ya serokatîyê bîranîna Roja Cengawerên Dêrînî yên Amerîka pêk tine bi rêya danana bazinegulan li ser goran û axaftinekê li Goristana Niştimanî ya Arlington li nêzî Washingtona paytext.

Birêz Obama û jina wî Michelle bi nanê sibehê li Qesra Sipî dest bi mêvandarî kirina Roja Cengaweran dikin.

Roja Cengawerên Dêrîn û can fedakirî yek ji çendînan e li Amerîka û li seranserê cîhanê ku tête bibîranîn li 91emîn salvegera rêkeftina agirbesê ye ku dawî bi Şerê Yekê yê Cîhanê anîbû ku piştî 11 demjimêran li 11ê meha 11 hatibû kirin.

Ev roj li Ewropa û li cihên din wek roja Rêzgirtin an jî Bibîranînê (anku bi Îngîlîzî Armistice anjî Rememberance Day) tête nasîn.

Li London Şahejina Brîtanyayê Elizabeth II rêberîya bibîranîna Roja Bibîranînê kir bi rêzgiritna serbazên ku cane xwe li rêya welat feda kirine.

Li Fransayê serokê Fransa û şêwirmenda Almanî Angela Merkel beşdarî li rêûresmekê kirin li Goristana Serbazê Bênavûnîşan.

Ji kerema xwe li ser lînka destê rastê guh bidine nûçeyê.


Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG