Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Azad Çalak endamê Parlamana Iraqê sebaret bi hilbijartinê axivî


Azad Çalak endamê parlamana Iraqê di hevpeyvînekê de digel hevkar Belên Salih jibo Pişka Kurdîya Dengê Amerîka li ser hilbijartinên welatî û dabeş kirina kursîyên nû yên parlamê axift.

Rêzdar Çalak li ser zêdekirina jimara kursîya dibeje biryar e serjimara giştî li meha 10 ya sala bihêt bête kirin.

Herwisa dibêje "Le qanunî nihayî hilbijartin li pilleya tahdîd kirina jimara kursîyan li ser binçineyî Wezaretî Bazirganî Iraq destnîşan kirawa, dengî leser dirawa û bem şêweye kursiyekan dabeş kirê be ser hemu şarekanî Iraq."

Jibo ka gelo çend kursî zêde bûne rêzdar Çalak dibêje;

"Li sala 2005 li parlamana Iraqê 275 kursî hebûn, emcare zanyarîy Wezareti Bazirganî Iraq botewu 323 kursî. Lem kursîyan 307î şarekan e û yê din, anku 16 jî kursiyên ku bo tawizekan hatine terxan kirin."

Rêzdar Çalak li ser pirsa ka gelo Herêma Kurdistanê çend kursî bidestve xistîye dibêje mixabin ku cihê gumanê û pirsyarê ye heta niha sê kursî bo hersê parêzgehên Kurdî Duhok û Hewlêr û Silêmanî hatine dabeş kirin.

Bo dabeş kirina 16 kursîyan jî dibêje ev dabeş tête kirin bo lîsteyên zorîneya dengan bidestve binin yanî nabê bo kêmanîyan.

Gelî guhdaran heke hûn bixwazin li dirêjahîya vê hevpeyvînê guhdarî bikin ji kerema xwe lînka li ser destê rastê bikar bînin.


XS
SM
MD
LG