Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AKP roja înê jî berdewam zanyarî dan Parlamana Turkîyê derbarê pirsgirêka Kurdî


Kombuna rêvekirina pirsa kurd ku sê roj berê destpêkiribu, doh li parlamena Tirkîye dewam kir. Partîyên AKP, DTP, MHP û CHP di derbarê mijarê de helwestên xwe gotin. Gotarên derbarê mijarê bi wezîrê karê hundir Beşîr Atalay ve dest pê kir. Birêz Atalay got divê ku Tirkîye, rubarê pirsgirêkên ku welêt bi paşve xistine bive. Herweha wezîr Atalay di gotara xwe de li ser 6 xalên ku di rêvekirina demoratîk de, di dema kin de ku dê bi cîh bînin eşkere kir. Naveroka şeş xalan weha ye.

-Hejmara noqteyên kontrolê yên li herêmê dê bê kêm kirin ku tenê di navbera Wan û Colemêrgê de 21 noqteyên kontrola wesayîtan heye.

-Rêvebirnameya RTUK'ê bê guhertin, dê rê li ber vekirina televîzyonên taybet ên kurdî bêne vekirin û ev weşan dê bêsînor be.

-Dê lijneyeke serbixwe û bê lan, were saz kirin ku ewê di derbarê gilîyên ku jî hêzên ewlehîyê çêdibin bişopînin.

-Qanûna Partiyên Siyasî a 81'an ku nahêle ziman û zaravayên cuda bên bikaranîn dê bê guhertin û dê rê li ber propagandaya bi kurdî bê vekirin

-Protokola Pêvek a Îhtîyarî ya Peymana Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî dê bê erêkirin. Bi vî awayî komîteyên vekolînê yên Yekîtiya Ewropayê dê bikaribin bi hêsanî bixebitin. Sazîya mafên mirovan ku girêdayê serokwezîr e, dê bibe serbixwe û li gorî esasên rêgezên Parîsê dê tevbigere.

-Cîh û wargehên ku navê wan kirine Tirkî, eger ku gelê heremê bixwazin dê bi dikaribin bi rêyên fermî navên berê bi kar bînin.

Beşîr Atalay li ser mijara guhertina qanûna bingehîn jî sekinî û got ku ev qanûn ne li gorî hêvîyên sedsala 21 yekemin e û da zanîn ku ji bo dema navîn dê bi beşdarbuna gel, qanuna bingehîn jî were guhertin lê her sê xalên jê neger ne mumkun e ku were guhertin ku ew, yek al, yek netey, yek ziman e.

Ahmet Turk

Piştî wezîr Atalay hevserokê Partîya Civaka Demokratîk DTP Ahmet Turk di derbarê mijarê de gotarek da. Ahmet Turk got ku dixwazin xesarên inkarê li ser siyasetê nişanê Onur Oymen'ê CHP bide. Ahmet Turk bang li hikumet û muxalefetê kir û got ku gelê Kurd li hembera zihniyeta komkujîyê dê serê xwe netey-wîne û li ser gotina Onur Oymenê CHP got ku kesên ku li hikumetê pêşnîyarîya qetliama Kurdan dike dê mecbur e hisab bide.

Ahmet Turk di destnişan kir ku divê pêşî çavkanîyên pirsgirêka Kurd were tespit kirin ku ev yek encamê şaşîyên dewletê ye. Ahmet Turk got ku ev 25 sal e dewlet mesela kurd wek pirsgirêkeke ewlehîyê dibîne û bi pêkûtî hatîye ser vê meselê.

Ahmet Turk weha axivî. Li herêmê, di dema şer de, gelek buyerên bê qanûnî pêk hatin. 40 hezar mirov di şer de mir, 17 hezar kes bê pirs hatin kuştin ku hê jî kiryarên wan ne dîyar e, 3 hezar gund hatin vala kirin, gelê heremê bi zorê hate koçkirin, bi sedan zarokên Kurd di buyer û bizavan de bela ku kevir avêtine hêzên ewlehîyê, bi sedan salan cezayê hepsê li wan hatine birîn. Ev hemû buyer, bi hinceta ewlehîyê hatine kirin û ser wan hatiye girtin. Hê jî hisabê van buyera nehatiye dayîn. Birêz Turk got ku meselyên Şêx Seît, buyerên Dersîmê hê jî rast nayê şîrove kirin û sedema rastîya pirsgirêkê hê jî nayê ditin. Her çiqas dewlet van buyeran biveşêre jî gel rastîyan dizan e. Herweha PKK bi xwe jî encama politikayên dewletê yên şaş in.

Ahmet Turk bal kişande ser nêrîna li hemberê kurd û ji dirokê jî minakan nişan. Birêz Turk bi bîr xist ku wezîrên dadê yê berê Mahmut Esat Bozkurt gotiye kesên ku ne jî koka Tirk be tenê mafe kî wan heye ku ew jî xulamtîya Tirkan e. Serokkomarê berê Cemal Gürsel jî gotiye ku kî ji we Kurdek dît, divê tifkin ser çavên wan. Hevserokê DTP got ku helwesta wan ne kolandina êşan e û ne jî neyartîya gelan e lê ji bo ditina rastîyan pêwiste ku rastî were dîtin û empatî were kirin. Birêz Turk weha got " ka carek bifikirin ku kesek derket u ji zarokên we re gotin zimanê Tirkî tuneye û bi zorê perwerdehîya Kurdî bidin wan hunê xwe dikaribin wekî welatîyekî hevpar hês bikin.

Ahmet Turk bang li hikumetê kir û got ku eger ku ji dil bin, di nav 3 mehî de dê pêkan be ku şertên çek û şer ji rojevê were rakirin

MHP

Serokê giştî yê MHP Dewlet Bağçelî, runiştina parlamentoyê ya di derbarê rêvekirina pirsa Kurdî wekî "parçekirina dewletê tê niqaş kirin" bi nav kir û got ku ev pêvajo bi terorê re li hev hatin e.

CHP

Serokê giştî yê CHP Denîz Baykal jî diyar kir ku bi runiştina îro tekoşîna netewî ya ku di 1921 an de dest pê kirîye tê beravajî kirin. Baykal, AKP sucdar kir ku ji bo rêvekirina demokratîk ne ji dil e. Baykal hatina komên aşitîyê ji ani ziman û îddîa kir ku PKK û rêberê wî Abdullah Öcalan muhatap hatîye girtin.

Berîya axaftina serokwezîr Recep Tayyîp Erdoğan, ji alîyê CHP protesto bizavên protestoyî pêk hat. Serokê sazîyên Şehida ku Dayikekke leşkerekî ku di şerê PKK de hatiye kuştin, ala Tirkîye vekir û got ku hûn PKK'kiyan tinin di bin banê parlamenê mafê axaftinê didin wan, ewê ev al da nekeve û dê PKK jî biqede.

Recep Tayyip Erdoğan

Serokwezir Recep Tayyip Erdoğan li ser navê hikumet û AKP axivi. Birêz Erdoğan got ku ew neçarin ku pirsgirêkên herî giring di bin banê parlamenê de biaxivin. Gotina Ataturk li welat aşitî, li cîhanê aşitî bi bir xist û got kesên ku nikaribin li welêt aşitîyê pêk binin de ka çawa dikaribin li cîhanê aşitîyê pêk bînin. Werokwezîr Erdoğan got ku di desthilatîya AKP'ê de mafên azadî û demokrasîyê zêde kirine. Erdoğan dîyar kir ku dê tekoşîna hemberê terorê dê bidome.

Serokwezîr Erdoğan destnîşan ki ku pirsgirêka Kurd bi siyasetên ku 25 sal e hatiye bi kar anîn çareser nabe. Ev mesele tenê meseleyeke ewlehîyê nîne, divê ku bi çar alî were nirxandin. Şertên bingehîn yê demokrasîyê ewe ku rêyên li hev hatinê were dîtin. Her weha da zanîn ku helwesta wan ne neyartî ye, dostanî ye.

Birêz Erdoğan got ku Ev parlamento bi salan bi gefên xeyalî hatîye mijûl kirin, rêyên pêşveçûnên ji destê welêt hatîye sendin. Ne tenê ji bo mesela Kurd, ji bo tevekî pirsgirêkan vê pêvajoyê dane destpêkirin herweha îro vê paramen mecbure ku ji dayikê leşker û yên çîya re tiştek bêje û ew dixwazin pêşî li kuştinan bigrin. Recep Tayyip Erdoğan dîiyar kir ku ew li hemberê her rengên netewperwerîyê ne.

Serokwezîr Erdoğan, wek Ahmet Turk li ser empatîyê sekinî û xwest ku divê li ku dibe bila bibe mirov mecbur e ku xwe têxe şuna kêsên dinê. Erdoğan li ser gotinên Onur Oymenê CHP 'ê de ji got " Kesên buyerên li Dersîmê pêk hatin rast dibînin ji mirovahîyê para xwe negirtine. Ez dixwazim ji wan kesên ku dibêjin bila şer bidome, girîna dayikan jî normal e dipirsim ka gelo qet keç an kurên we hatine kuştin?

Serokwezîr Erdoğan, CHP û MHP jî rexne kir û li ser rapora pirsgirêka Kurd ku ji alî Deniz Baykal ve di sala 1989 an de hatîye amade kirin jî rawestîya û got ku tiştên di raporê de hatiye gotin em jî îro dibêjin lê heman Baykal çima îro li ber radibe. Piştî vê gotinê parlamenterên CHP tevî Deniz Baykal Parlamentoyê terk kirin.

Gotubêja rêvekirina pirsa Kurd li parlamea Tirkiye di saet yekîde de dest pêkir heyan 8:30 an dewam kir. Di runiştinê de nunerê DSP, parlamenterê serbixwe Ufuk Uras û parlaeterê AKP Ömer Çelik jî gotarek dan.

Gelî guhdaran hûn dikarin li ser lînka li destê rastê li dirêjahîya raporta peyamhinêra Pişka Kurdîya Dengê Amerîka Xecîcan Farqîn guhdarî bikin ku tê de herwisa nêrîna gelê Kurd li wî welatî hatîye tomar kirin.


XS
SM
MD
LG