Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewropa û Iraq rêkeftin ku hevkarîyê bikin li ser jimareke babetan


Yekîtîya Ewropa û Iraq razî bûne ku i ser jimareke waran bihevre kar bikin, linav wan de, şerrê dijî terorîzmê, mafên mirovan û bazirganî babetên sereke ne.

Karbidest li Brukselê dibêjin pêdivî ye ku ew bernivîs ji alîyê hemu welatan ve yên di Yekîtîya Ewropa da endam û herwisa ji alîyê Iraqê ve bi zûtirîn dem bê pesend kirin.

Ew bernivîs destpêkeke nû ye li nav pêywendîya navbera Iraqê û Yekîtîya Ewropa.

Yekîtîya Ewropa dibêje ew rêkeftine destnîşan kirina pêywendîyên bazirganî yên navbera Iraq u Yekîtîyê rohntir dike û alîkarîya Iraqê dike ku bête nav aborîya cîhanî.

Hêjayî bahskirinê ye ku cara yekê li sala 2006an behsa vê meselê hatibû kirin û heta niha sê sal derbaz bûne heta ku ew bernivîs hatîye darêjandin.




XS
SM
MD
LG