Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdaran 13 gundî nizîkî Bexdayê koştin


Gundî û Polîsên Îraqê dibêjin roja Dûşembê li gundekê Sûnnî li rojavaya Bexdayê, çekdarên bi cilên leşkerî 13 kes koştin.

Karbidest û xelkê gundî dene zanîn ko hindek ji kesên hatine koştin li gundê al-Saadan dijî milîtanên al Qaîda şer kir bo. Tê ragehandin ko hindek ji wan kesên koştî, teqe li serê wan kir bon û termên wan havêt bon li nav goristanekê de.

Polîs herwisa dibêjin bi kêmî ve yêk ji kesên mirî bi ser partîya serekî ya Sûnnî, Partiya Islamî ya Îraqî ve bo.

Karbidestên leşkerê Îraqê dibêjin ev hêrişa li gundê al-Saadan çêboy, wiha diyare bi mişt û mirên eşîretî ve girêdaye.

Tund û alozîyan tîreyî li Îraqê ji sala 2006ê were gelek kêm bone, lê hêriş car û baran hêj berdewamin.

Herwisa li roja Dûşembê, bi rêya teqîna otombîlekê li nav bazarî li bajêrê Kerkukê, bi kêmî ve 5 kes hatine koştin û 10 kesên dî birîndar bon.

XS
SM
MD
LG