Hikûmeta Tirkîye pênc girtî veguhastin bo girtîxana girava Îmralî, ku li wir rêberê serhildayên Kurd Abdullah Ocalan bo demê çend salane bitinê hatiye desteser kirin.
Li gûr dezgehên ragehandina Tirkî, her pênc girtî endamên Partîya Karkerên Kurdistanê ya berbend kirî ne. Ocalan dikare her heftiyê 10 demjimêran wan pênc girtiyan bibîne.
Pêdiçe ku fermana şandina girtiyan bo Îmralî ji ber fişar û giraniya Yeketiya Ewropî be ku dawa bi dawî anîna veder kirina rêberê PKK dike.
Ocalan sala 1999 li Kenya hat desteser kirin û bi xetaya cûdaxazî hat gunehbar kirin.