Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokatiya Herêma Kurdistanê gefa boykot kirina helbijartina Îraqê dike


Serokatiya Herêma Kurdistana Îraqê gefa boykot kirina helbijartina niştîmanî ya meha yek dike.

Di daxoyaniyekê de serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Fu’ad Hûsên got eger pêdaçûn bi mekanîzma dabeş kirina kursiyên perlemana Îraqê nehêt kirin, Kurd beşdarî di helbijartinê de nakin.

Serokê dîwana serokatî got “Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê cext li ser wê yekê dike ku ev awayê mekanîzmê sebaret bi dabeşkirina kursiyan li ser parêzgehan da bi girêdayîbûna bi pisûleyên xorakê Wezareta Bazirganiya Iraqê nikarê bête qebûl kirin. Ji ber ku ev mekanîzme hevdije li gel mentiq û rastiyê da, beranber rawestandinên bi vî awayî ji bilî ku rastiyan berevajî dike, derheq bi mafên gelê Kurdistanê jî sîtem û naheqiye.”

Bo pêzanînên pitir, fayla dengî ya rexê restê vê perê kilik bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG