Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama û serokê Koreya Başûr ji Koreya Bakûr daxwaza vegera ser mêza danûstandinê dikin


Serokê Amerîkî Barack Obama û yê Koreya Başûr Lî Myun Bang ji Koreya Bakûr dixwzin da vegereve ser danûstandinên navnetewî bo bi domhî înana bernama wê ya çekên navokî û reftara xwe ya azirandinê bi domahî bînîtin.

Piştî kombûnekê evro li Seul rêzdar Lî gote peyamhinêran ku ew û serok Obama hevbîrin ku pitir bihevre kar bikin bo vegerandina Koreya Bakûr bo danûstandinên şeş alî û got bînfirehîya wan ya kêm dibît.

Rêzdar Obama got heke Koreya Bakûr hindek pêngavên micid bavêjît berev rawestandina bernama xwe ya çekên navokî, dê dorgirtin li ser wê hête sist kirin û dê bi dirustî têkelîyên digel komela navnetewî hebin.
XS
SM
MD
LG