Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşbirekî xwekuj li başûra rojava Afganistanê 16 kes kuştin û bi dehan kes jî birîndar kirin


Polîsê Afganî dibêje hêrîşberekî xwekuj ku suwarî motorekê bû li navçeya başûrê rojavaya Afganistanê xwe teqandîye û di encamê de 16 kesî kuştîye û bi dehan kesên din jî birîndar kirîye.

Hêrîş, evro qewimî li cihekî qerebalix li bajarê Ferahê paytextê herêma Ferah. Parêzvanê wê herêmê jibo peyamhinêran ragihand ku teqîn zêde ne dûrî bingeha wan bûye.

Hêzên Polîsî dibêjin bi kêmîve yek ji kesên hatine kuştin efserekî polîs bûye û yên din jî xelkê sivîl bûne.

Desthilatdarên Afganistanê dibêjin jimara kesên kuştî dibe ku zêdetir bibe jiber ku piranîya birîndara di rewşeke saxlemîya xirab da ne.

Di rûdaneke din de desthilatdarên polîs dibêjin piştî teqîna bombeyeke li ser rê li rojhilata herêma Xuz sê kesên sivîl hatine kuştin.

Ev hêrîş yek roj piştî sondxwarina destbikarkirina cara duwê ya serokê Afganî Hamid Karzayî têne kirin.

Hêjayî gotinê ye ku di dema rêûresma sondxwarina serokatîyê de birêz Karzaî soz da ku heta dawîya wezîfa wî dê hêza Afganistanê karibe kontrola asayîşa welatî bidestvexe.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG