Medya Îranî dibêje leşker dest bi manuvrayên
berfirehên asmanî kirîye bi armanca parastina dezgehên navokîyên wî welatî ji
hêrîşan.
Karbidestekî leşkerî dibêje dê ew bizavên leşkerî pênc roj bidomin û di devereke bi mezinahîya 600 hezar kilometereyê ducar de birêve biçe li deverên naverast û rojava û başura Îranê.
General Ahmed Mighanî ji ajansa peyamên Farsa Îranê re roja şembîyê gotibû ku Nobetdarên Şoreşê û hin beşên dinên leşkerî di vê manuvrayê de beşdar dibin.
Îran gelek caran van ceribandinên leşkerî dike da ku nîşan bide eger bêt û hêrîşek li ser bernama wê ya navokî ya kêşeliser biqewime ew amade ye ku ew yek biparêze. Welatên Yekgirtîyên Amerîka û Îsraîl bikaranîna rêgeyên leşkerî bi dûr nizanin, eger bêt û çareyên dîplomasîyê bi kêr neyên bo çareser kirina kêşeya navokîya Îranê.
Serokê beşa asmanî ya Nobetdarên Şoreşê roja yekşembîyê got eger firokeyên şerrî yên Îsraîlê xwe ji destê sîstema parastina asmanî ya Îranê xelas bikin, leşkerê Îranê dê muşekên ku ji erdekî berev erdekî têne avêtin bikar bîne bo êrîş kirina ser bingehên Îsraîlê.
Roja şembîyê oldarekî sereke Mucteba Zulnur gefe kir ku eger hat û Îsraîl êrîşî Îranê kir, dê muşekên Îranê li bajarê Tel Avîvê Îsraîlê bidin. Zulnurê ku nunerê rêberê bilindê Îranê Ayetullah Alî Xamaney yê bo Nobetdarên Şoreşê, ev axaftine li ser medya dewletê kir.
Gelî guhdaran, hûn dikarin li ser lînka li destê rastê bi zarava Soranî jî guh bidine vê nûçeyê.