Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kêmanîya astê vitamin D di nav xwîna mirovî de metirsîya celta dilî û celta mîşkî zêde diket


Lêvekolerên Amerîkî dibêjin kêmanîya astê vitamin D di nav xwîna mirovî de metirsîya celta dilî û celta mîşkî zêde diket.

Kesên ku astê vitamin D dinav xwîna wan da gelek nizme pê diçît 77% ji wan bimrin û 45% tûşî arişên dilî bibin û 78% jî tûşî celta mîşkî bibin hevberî kesên ku astê vitamin D li def wan normal e.

Li bingehê saxlemîya Intermountain li Utah, nujdarek di daxuyanîyekê de dibêjit ew lêkolîne lêkolîneka nû û nemaze ye, jiber ku têkelîya li navbera kêmanîya vitamin D û giriftên dilî heta niha bi başî nehatîne piştrast kirin.

Lêvekoleran li bingehê Intermountain ji bo salekê çavdêriya 27 hezar û 686 kesên dinavbera jîyê 50 salî û mezintir kirîye, ewên ku di nav salekê de çi haletên arîşên dilî nebûyne û jibo wan diyar bûye ku astê vitamin D dinav xwîna wan de bi rêka pêragiheştinê bijîjkî bi berdewamî hatîye tomar kirin.

Eger we bivêtin astê vitamin D li nav xwîna we de normal bitin û ji nexwoşîyêt celta dilî û celta mîşkî bêne parastin, ya baş ewe ku xwarinên weku masî, kivark û vexwarinên wekû şîr û xwoşava purteqalê mirov xwe jê dûr ne êxitin.


XS
SM
MD
LG