Kemal Kerkukî, serokê parlamana Herêma Kurdistana Iraqê di hevpeyvînekê de digel Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka li ser kêşeyên vê dawîyê yên li ser qanuna hilbijartinê axift.
Serokê parlamanê dibêje "Be hîç şiklek Herêmî Kurdistan, parlamanî Kurdistan amade nîye ke layanek bi bername hewl bide jimareyî kursîyekanî kêm bike, hewl bide mafekanî jê bigritin, tehammul legel bikatin."
Birêz Kerkukî dibêje ev mesele hessas e û hersê layanên Kurdî, Erebên Şî'a û Erebên Sunnî bi usulên demokrasîyê dê mafên xwe biparêzin.
Jibo gotina ku qaşo helwesta Amerîka li ser mesela qanuna hilbijartinê digel Kurdan ji usulên dîplomasîyê derketîye rêzdar Kerkukî dibêje Amerîka jî û Kurd jî dixwazin ku hilbijartin di wext de bête kirin, bi rêkûpêkî encam bide.
Gelî guhdaran hûn dikarin li ser lînka destê rastê li dirêjahîya vê hevpeyvînê guhdarî bikin.