Serokê Îranê Mehmûd Ahmedînejad roja Duşemê, li Rîo de Janerio ligel serokê Berazîl Luîz Inacio Lula da Silva kom dibe.
Serokê Berazîl, yek ji kêm rêberên cîhanê ye ku mafê Îranê ya dewlemend kirina enerjîya navokî dipareze, berevajîya welatên Rojava.
Wezîrê Berevanî ya Amerîka Robert Gates got, Îran li Amerîkaya Latîn tuşî kar û barên xirakêr dibe.
Berazîl radigehîne ku tenê kirina Îranê alîkarîya tiştek nake, lê danûstandinên ligel Îranê alîkarîya çareserîya kêşeya navokî û Rojhilata Navîn dike.
Ahmedînejad serokê Îranê yê yekê ye ku seredana Berazîlê dike. Meha çûyî, serokê Îsraelê Shimon Perez jî çû bû heman welatî.