Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi tawana gendelî, vekolîn ligel pênc wezîrên Afganî dihên kirin  


Dadpirsê giştiyê Afganistanê ragehand ku bi tawana gendelî vekolîn ligel pênc wezîrên nuke û yên berê dihên kirin. Navê wan wezîran nehat eşkere kirin.

Peyvdarekê serokê Afganî Hamid Karzay roja sêşembî got heta nuke fermana girtina wan wezîran nehatiye dan.

Birêz Karzay kefte ber fişar û giraniya nêvneteweyî da ku gendelî li nav hikûmeta xwe binbir bike. Li gor raportên rêkxistiyên dijî gendeliyê, Afganistan, piştî Somalê, pir gendeltirîn welate li cîhanê.

Bi layekê dîve bi sedema peqîna bombeka se rêkê li herêma Xost, pênc hevwelatiyên Afganî hatin kuştin û sê yên din birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG