Roja tundûtûjîyan çendîn bizavên cuda cuda li bajarê Duhokê
dihête sax kirin. Di van du rojên buhurî
de konferansek dijî tundûtîjîyê li Duhokê ête gêran. Di vî konferansî de çendîn lêkolîn ji layê
pisporan ve hatine pêşkêş kirin.
Li domahîya Konferansê çendîn pêşnîyaz tomar kirin û li bere bidine destê
hikumeta Herêma Kurdistanê jibo hindê êdî tundûtûjî bi dawî bihêt.
Ji wan pêşnîyazan li qonaxên bineretîta ku zankoyî kur û keç pêkve bixwînin,
herwisa abeta pêkve jîyanê li xwendîngehan bihête xwendin, û li nexwoşxan pişkek
bo nexwoşîyên derunî hebît zêdebarî çendîn pêşnîyarên dî..
Her bi vê bîrewerîyê amarek hat dîyar kirin ku li sala 2009ê 62 jin li Duhokê
ji kuştinê hatie xilas kirin.
Li dor di warê praktîk da gelo ev rêkxirawên
afretan û jinan dê çi kin bo êdî tundûtûjî li domahî bêt yan jî berev kêmbûnê
biçît. Di bersiva vê pirsê da xanim
Necad Muhammed endama encumena afretan li Duhokê bo Dengê Amerîka wiha got;
"Bê guman sazdana her konferansekê bo hindê ye ew babet û vekolînên bikevine
ber gengeşê anku ewên di konferansê de têne pêşkêş kirin, ku di encamp da çend
biryar û pêşnîyara bi domahî bêtin.
Lewma me weku encumenên Parêzgeha Duhokê Yekîtîya Afretên Kurdistanê biryar da
di encamê konferansê de ku ew biryar û pêşnîyarên di encam da derkeftin bi
nivîsîneka taybet bilind biken bo nivîsîngeha Parlamana Kurdistanê li Duhokê û
herwisa mekteb sekreterîya Afretan berêz da ku cihen peywendîdar biryarên
mesulyetdar bêne gengeşe kirin, ew biryar û pêşnîyarên hatine kirin, ewên
berjewenda ku bibine yasa û bikevine xizmeta civatî da."
Hejî gotinê ye ku bi vê bîrewerîyê hejmareka posteran hatine belav kirin ku
derbirînê ji nehêlana tundûtûjîyê dikin û dîsan çendîn bizavên dî yên cuda cuda
ji vekirina pîşangehan li Duhokê hatine encam dan.