Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du milyon karmend li Tirkîye ketin grevê


Li Tirkîyeyê nêzikê du milyon karmend ji bo rojeke ketin grevê û kar sekinandin. Karmendên girêdayê sendîkayan, li ser bangewazîya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên gelemperî KESK û Sendîkaya Gelemperî ya Tirkîye Kamû Sen, ji bo mafên karmendan ku Yekitiya Ewropa naskiriyê bidest bixin, rojek kar sekinandin da ku mebesta “hişyarîya gerêvê” bidin hikûmetê. Li gor qanûnên Yekitiya Ewropa mafên karmendan heye ji bo grevê û ji bo mafê Peymana kar ya gelemperîyê. Di warê ragihandin, saxlemî, perwerde, bac û nifûsê, nûçegihanî, de kar hate sekinandin.

Li gor daneyên fermî 1,017,072 karmend girêdayê sendikaya ne lê greva doh bi beşdarîya nêzikê du milyon karmend pêk hat. Sendikayên karkeran ku mafên wan ên grev û Peymana kar ya giştî heye, piştîvanîyê dan greva karmendan.

Ji bo ku di nav gel de mebesta grevê were têgîştin, ji alîyê karmendên girêdayê KESK’ê li bajar û navçeyan belavok hat belav kirin ku tê de ji bo bikaranîna mafên peymana giştî, ji bo mehaniyek însanî, daxwaza jiyana xebata demokrat, ji bo herkesê jiyanek bi rûmet hatîye destnişan kirin.

Serokwezîrê Tirkîye Recep Tayyîp Erdoğan, berîya ku hare Lîbayêyê, bi gotina “Bila jî encamê re razî bin” karmendên ku tevli grevê bibin heşyar kiribû. Lê li ser vê gotinê dîsa jî bi milyona karmend li çar alîyê Tirkîyeyê ket grevê.

Serokê KESK’ê Samî Evren, roja çarşembî li Stembolê, ji bo boneya grevê daxuyanîyeke çapamenîyê li dar xist. Li ser gotina serokwezîr got ku egerên ku Tirkîyeyê anîye ber grevê polîtikayên şaş yên hikûmetê ye. Evren, sepanên hikûmetê yê di warê saxlemîyê de ku pêk tîne jî rexne kir û di derbarê daneyên kêşeya aborîyê de jî da zanin ku li Tirkîye asta rêjeya bêkarîyê gihiştîye % 25 da ku li gor daneyên Hikumetê ev rêje ji % 15 ye. Serokê KESK’ê da zanîn ku piştî kêşeya aborîyê li Tirkîye 1 milyon 300 hezar kedkar ji kar hatin derxistin û her meh 150 hezar kes bêkar dimîne, rêje her çiqas diçe zêde dibe.

Samî Evren, destnişan kir ku greva roja 25 meha mijdarê bizaveke hişyarîyê ye. Her wiha da zanîn eger ku ji alîyê hikûmetê gavên şênber neyête avêtin ji bo pêkanîna pêşxistina mafê kedkaran, bizavên gerêvê bi vî rengê dê disa pêk were.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG