Kemal Seydo, serokê beşa Rojilata Naverast ya
Komela Gelên di bin geffê da di hevpeyvînekê de jibo Pişka Kurdîya Dengê
Amerîka li ser raporta Human Rights Watch peyivî.Raporteka Human Rights Watch (Zêrevanîya
Mafên Mirovan) ku duhî li 26ê meha 11 derçûye behsê şikandina mafên mirovan
dike li Surîyê, bi taybetî li ser Kurdan.
Rêzdar Seydo dibêjît gelek Kurdên li diasporayê, li derveyî
welêt pêywendî bi rêxistinan re hene weku bi HRW, bi Amnesty International an
jî bi rêxistina me re û herwisa teknîk gelekî bi pêş ketîye, em di dema serdemê
înternetê de ne, Kurdên Surîya, bi me re bi rêyên telefon û e-mailê di
peywendîyê de ne ji ber wê yekê jî dema ku zêdegavî li ser mafên Kurdan tê
kirin ev rêxistin têne agahdar kirin ku derfet çêdibe da ku raportên bi vî
awayî bêne nivîsîn.
Birêz Seydo dibêje jiber ku li Surîya
desthilatdarîyeke otorîter û zordest heye zêdegavî li ser gelek kêmanîyan tê
kirin.
Jibo bandora raportên bi vî awayî jî rêzdar Seydo dibêje gelek girîng e ku balyozxanêyên
welatên rojava, rêxistinên mafên mirovan ji zêdegavîyan yekser agahdar dibin
jiber ku dema alem pê dihisse îhtîmala îşkencê hindiktir dibê li ser wan. Wek mînak girtina Meşel Temo, piştî ku dinya
pê hissîya hikumeta Sûrî girtina wî qebul kir.