Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Afganî dibêjin 12 girtî ji girtîgehekê revîyane


Polîs roja şembîyê da zanîn girtî li eyaletê Ferah bi rêka kolandina tunelekê ji hucreya xwe revîyane û girtîyek din jî hatîye desteser kirin dema bizava revînê dikir.

Polîs herwiha dibêjin li eyaleta Takhar a bakûr mirovên çekdar êrîşêk pêk anîne û serokê Heyva Sor a herêmê kuştine.

Girêdayî vê bûyerê sê gumanbar hatine desteser kirin. Karbidestên xwocihî dibêjin îhtîmaleke mezin e kuştin li ser kêşeyeke şexsî be ne jiber karûbarên Heyva Sorê.

Karbidest herwiha radigihînin li paytext Kabul jiber bombeyek dinav qutîkek qirêjê de teqîyaye bûye sebeba zirara maddî lê di encamê de ti kes birîndar nebûne.




XS
SM
MD
LG