Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cêgirê serokê Amerîka Biden dawa li Iraqîyan dike ku miştûmira hilbijartinê çareser bikin


Joe Biden cêgirê serokê Amerîka daxwaz ji rêberên Iraqî dike ku cawazîyên navbera xwe çareser bikin li ser qanuna hilbijartinê ku pesend kirina vê qanunê bi paşve dikeve.

Divê ku qanuna hilbijartinê berî hilbijartinên giştîyên sala bihêt li Iraqê bête pesend kirin.

Di ragihandineke ofîsa Cêgirê Serokê Amerîka de tê gotin ku Joe Biden roja şembîyê bi telefonê pêywendî digel karbidestên Iraqî kirîye û daxwaz ji wan kirîye ku bigihîjine berencamekê ku hemu alîyên Iraqî li ser li hev bikin û bi warekê be bo encam dana hilbijartinê.

Li destpêka vê mehê qanundanerên Iraqê bernivîsa qanuna hilbijartinê pesend kir belê ji alî Tariq'l Haşimî cêgirê serokê Iraqê ve hatibû veto kirin.

Ev rêberê Erebên Sunne hereşe dike bo carek duwê qanuna hilbijartinê veto bike eger bêt û nunerayetîyeke zêde jibo wan Iraqîyan nebe ku li demê şer Iraqê bi cê hiştine.

Piranîya wan kesên ku ji Iraqê derketine ji kêmanîya Erebên Sunne yên Iraqê ne.
Karbidestên Iraqî dibêjin heke çareserkirin bi wê zûkirinê be hêjta jî hikumet nikare li meha yeka sala bihêt hilbijartinê bike ku berê wiha hatibû plan kirin.

Gelî guhdaran herwisa li ser vê babetê peyamhinêrê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka Goran Tewfîq jî raportek hinartîye. Hûn dikarin li ser lînka li destê rastê guhê xwe bidine raporta wî.


XS
SM
MD
LG